Destpêk
Pêwendî
komkar@komkar.se
 
Bi kurtî
KOMKAR-Swêd

KOMKAR-Swêd, yan jî bi navê xwe yê din Komela Karkerên Kurdistanê li Swêdê, di sala 1976an ji alî hin welatparêzên Kurd, penaberên sîyasî, xwendekar û karkeran hatîye avakirin. Berî Komela Karkerên Kurdistanê, tenê yek komeleyeke xwendekaran hebû li Swêdê. Li Swêdê komela kurdan ya herî kevin KOMKAR-Swêd ê ku îro jî di jîyana komeletîyë da cihekî giring digre.
WEŞANÊN ROJA NÛ
Komciwan-Swêdê şevbihêrka payîzê
li dar xist
Stockholm-18.12.2011- Komeleya ciwanên kurd Komciwan-Swêdê, piştî xilaskirina xebatên demsalê şahiyek ji bo zarok û dê û bavan li dar xist. Wek tê zanîn KOMCIWAN-Swêd  li Stokholmê her sal di mehên bihar û payîzê de ji bo zarok û ciwanan  kursên govendê, tembûrê û zimanê kurdî tên derbaskirin.
Komciwan-Swêdê  dest bi xebatên payizê kir

Komeleya ciwanên kurd li Swêdê (KOMCIWAN-Swêd) dest bi xebatên demsala payizê kir. Di bernameya xebata îsal de, wek berê kûrsên govendê, kursa tembûrê, tekwando û kursa ziman heye.
Kurdên Swêdê li dijî êrişên Turkiyê û Îranê dengê xwe bilind kirin

Stockholm-05/09/011- Kurdên Swêdê  roja yekşemê di xwepêşanekê de li dijî êrişên Turkiye, Îran û Surîyê dengê xwe bilind kirin.
Nameya Kemal Burkay ji raya giştî ya Swêdê ra

Kemal Burkay, ku di 30’yê tîrmehê da vedigere welat, di nameyeke vekirî da ji gelê Swêdê ra spas kir. Kurdîya vê nameyê ev e:

Komciwan-Swêdê şevbihêrka biharê çêkir

Stockholm-29.05.2011- Komeleya ciwanên kurd Komciwan-Swêdê, piştî xilaskirina xebatên demsala biharê şahiya xwe ya xilaziyê çêkir. Di binê serweriya komelê de kursên govendê, tembûrê û zimanê kurdî tên derbaskirin.

Komciwan-Swêdê şevbihêrka çandî ya payîzê pêkanî

Stockholm-19.12.2010- Li paytextê Swêdê Stockholmê Komeleya ciwanên kurd Komciwan-Swêdê şahiya xwe ya payizê pêkanî.

Kurd jî beşdarî şahiyên daweta dotmîra Swêd dibin

Di 19-ê hezîranê de daweta keça qiralê Swêdê banû Viktoria û mîrzava Daniel Westling çêdibe. Ji bo pîrozkirina dawetê amadekariyeke mezin hatiye kirin. Şaredariya paytext Stockholmê jî bi gelek çalakîyên cuda tevî organîzekirina şahiyên pîrozbahiyê dibe.


STOCKHOLM:
Şahiya muzîk û govendê ya biharê çêbû

Komkar û Komciwan-Swêd, hersal di dawiya payîzê û biharê de piştî xilaskirina çalakiyên  xwe yên perwerdeyî wek  kursên govendê, tembûrê û zimanê kurdî, şahiya kutasiya termînê li dar dixin. Îsal jî şahiya kutasiya demsala van xebatan, şahiyeke çandî ya xweş hatibû amadekirin.
Wezîra bazirganiya Swêdê xanim Eva Björkling bi serokê Kurdistanê ra civiya
Roja yekşemê (30.05.2010) serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li wezîra bazirganiya Swêdê xanim Eva Björling û şandeya digel kir. Di gel wezîrê, hejmarek karsaz û bazirganên welatê Swêdê hebûn.
Kongreya 24. ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi dawî hat
Di  15-16 ê adarê  de li Stockholmê, kongreya 24 min ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê  hat lidarxistin. Di kongreyê de 139  nûner beşdar bûn. Kongre bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir.
Komciwan Swêd
kongreya xwe ya salane li dar xist
Roja 31 meha çileya paşîn 2010, Komciwan Swêd kongreya xwe ya salane li dar xist. Piştî entremanên folklorê ya heftane, endamên Komciwan, çi biçûk û çi mezin, çi xort û çi keç, xwe kom kirin û kongreya komela xwe dest pê kirin.
Şeveke çandî ya KOM-CIWANÊ
Êvara 04.12/09 li Stockholmê bi sedan kurd hatin cem hev û bi hevra şeveke çandî ya xweş derbas kirin.
Bayram Bozyel li ser “Berlêvebûna Pirsa Kurd” û helwesta HAK-PARê axifî
STOCKHOLM- 2009.11.07- Serokê giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, îro li Stockholmê  li ser rewşa dawî ya li welêt û siyaseta partiya xwe û “Berlêvebûna Kurd” (*) axifî.
Li Stockholmê civîna rêzgirtina Abdulmelîk Firat pêk hat
STOCKHOLM /11.10.2009/ Kurdên Swêdê îro ji bo rêzgirtina rewşenbîr û siyasetedarê kurd, hîmdar û serokê rûmetê yê HAK-PARê Abdulmelîk Firat di civînekê da hatin cem hev. Di civînê da nûnerên partî û saziyên kurd û gelek kesên welatparêz beşdar bûn.
Komciwan`ê di du festîvalan de folklora kurdî  pêşkêş kir
STOCKHOLM- Komela ciwanên Kurd KOMCIWAN-Swêd`ê van rojan li Stockholmê beşdarî du festîvalên herêmî bû. Komeke folklorê di 30-yê tebaxê de bi cil û bergên kurdî li ber dengê Dol û Zirnê, li ser sahneyên festîvala Hagalund, û di yekşema 6 meha îlonê di festîvala Tensta beşdarî kirin.

Komkar-Swêdê 30 saliya xwe pîroz kir

Di roja 21/1/2007`an de Komela Karkerên Kurdistanê li Swedê Komkar- Swêd, li Stockholmê 30 salîya xwe bi şevahengek kulturî pîroz kir.
 
 
 
 
 
 
 
JI WEŞANÊN ROJA NÛ
Pirtûkek nû ji bo zarokan:
Mam Xidir diçe Warê Hirçan

 
KOMKAR Swêd © 2009