|
Bi
kurtî li ser kar û xebatên
KOMKAR-Swêdê:
KOMKAR-Swêdê di vî warî da hîna di salên pêşîn
da xebatên gelekî
hêja û berbiçav kirin. Ji bo danasîna
gelê Kurd, welatê
wî, doza wî
ya heq bê
westan xebitî.
Rûyê rastî yê
dewleta tirk
a kolonyalîst eşkere kir ji raya giştî
ra. Wê ji
tevgera azadîya
gelê kurd ra gelek
dost û alîkar
peyda kirin. Helbet piştgirîya KOMKAR`ê ne tenê ji
bo gelê me
yê Kurdistana
Bakur, lê her
usa ji bo hemû parçeyên Kurdistanê
bû, û îro jî usa ne.
Di nav van bîstûsê salan
da, KOMKAR-Swêdê carina
bi hin komeleyên din re
tevayî, carna jî
bi tenê gelek
çalakîyên curbecur kirine. Bi dehan car meş,
mîtîng û civîn
saz kirine. Bi hezaran belavok, afîş û bultenên înformasîyonê belav kirine.
KOMKAR-Swêd, wek komeleyeke
demokratîk ji mihacirên
kurd ra her
tim bûye dergehekî alîkarîyê. Her wext lokala wê hebûye. Li wê derê
însanên me
civîyane, hatine
ba hev li
ser pirsên welat,
li ser jîyana xerîbîyê
guhdarîya hevdu
kirine, ji bo pirsên
xwe yên rojane
alîkarî xwestine,
tev li xebatên
komelê bûne.
Komelê,
di gel çar komeleyên
din, di gulana 1991-an da cara
pêşin FEDERASYONA KOMELEYÊN KURDISTANÊ LI SWÊDÊ avakirîye.
KOMKAR-Swêdê bihayekî mezin daye xebatên ser ziman û çanda kurdî.
Ew ji zûda
bûye navendeke
çanda kurdî.
Komela
me ji
sala 1978-an heta niha, 21 sal e kovarekê
derdixe bi navê
ROJA NÛ. Kovara
ROJA NÛ di destpêkê da bi tirkî û kurdî derdiket, lê ji sala 1983-an şûnda tenê bi zimanê kurdî derket.
Ew heta niha
(cotmeh 1999) gihîştîye 104
hejmaran.
Komelê
di sala 1980-an da weşanxaneyek vekir û dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir. Heta niha nêzîkî 50 kitêbên kurdî, dîwan, roman, li ser tarîxa Kurdistanê,
gramer, dersên
zimanê kurdî, folklor,
pîyes û hwd.
hatine weşandin. Xizmetên ku KOM-KAR`ê
li dervayî welat pêşkêşî ziman û çanda kurdî
kirîye, îro
êdî bi xurtî xwe
digihîne hundurê
welat jî. 15-20 sal berê kesên ku
bi kurdî dixwendin
û dinivî-sandin ne gelek bûn. (Li Kurdistana Bakur.) Lê îro li
hundir û derva
bi dehan rojname û kovarên ku xwerû
bi kurdî derdikevin
hene. Di vê pêşketinê
da xebatên KOMKAR-Swêdê
jî roleke baş
û berbiçav leyîstîye.
Dijminên gelê kurd dewletên kolonyalîst û xasma jî dewleta
tirk ya hov
û şoven propaganda dikirin ku zimanekî kurdî
tune, kurd bê
binyat in, bê dîrok
û çande ne.
Xebatên KOMKAR-ê di vî warî da bûye
parçeyekî xebata
pûçkirina derew û propagandayên kolonyalîstan.
Me bi
kurtî behsa komeleyeke
kurdî û kar û barên
wê yên 25 salan
kir. Bêguman çavkanîya
xebata wê ya
evqas salan
ku bêwestan dom
kirîye, bîr
û bawerîya wê ya
xurt ya ji
bo azadîya Kurdistanê
ye. Kurdistaneke azad û jîyaneke serfiraz li ser axa kal û bavan, herdem hêvî
û armanca wê
bûye. Hêvîya me
îro ji her
wextê xurttir
e. Bivê, nevê , zû yan
dereng gelê
kurd wê azadîya xwe
û welatê xwe
bistîne. Ew roj
ne dûr in.
|