|

Nameya
Kemal Burkay ji raya giştî
ya Swêdê ra
Kemal Burkay, ku di 30yê tîrmehê da vedigere
welat, di nameyeke vekirî da ji gelê Swêdê
ra spas kir. Kurdîya vê nameyê ev e:
Tack Sverige!
Spas
ji te ra Swêd!
Ez,
Kemal Burkay, wek
sîyasetmedar, şair û nivîskarekî Kurd, 31 sal 4 meh berê mecbûr mam ji
welatê xwe derketim. Ji ber ku rêvebîrê partîyeke
sosyalîst û Kurdistanî
bûm û li wî
welatî him sosyalîzm qedexe bû him jî
navê Kurdan
û Kurdistanê. Tevgera azadîyê û demokratîyê, tevgera bindestan bilind dibû û
dengê solên faşîzmê
dîhat.
Piştî
derketina min pir ne
borî, li Tirkîyê derba leşkerî
pêk hat û wek
hemû azadîxwaz, demokrat û aştîxwazan gelek heval û hogirên min jî hatin girtin,
eza û tedayên
giran dîtin û hinek
ji wan hatin
kuştin.
Piştra,
wekî gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên
Kurd, min xwe li
te girt. Ji ber ku
him welatekî
demokrat bûyî, him jî
delal û paqij…
Dilê min ê şair ji te hez kir.
Ez
li vir bûm
penaber, wek
gelek kesên ji
çarkoşeyê dinyayê;
Tirk, Filistîni, Şîlî û hwd… Te hembêza xwe ji me Kurdan ra jî vekir. Zarokê
me Kurdan ku nikaribûn -û hîn jî nikarin- li welatê xwe bi zmanê
xwe bixwînin, te ji bo wan jî rê-olax vekirin, ku bikaribin bi zmanê
xwe bixwînin. Heya te mekteba mamosteyên Kurd vekir. Dezgeyên te
yên civakî û çandî piştgirîya rewşenbîrên Kurd kirin,
ku bikaribin bi Kurdî weşanan derînin, kitêban çap bikin. Çanda
me li welatê me qedexe bû, lê li vî welatî gul veda. Bi dehan nivîskar,
şair, romannivîs û lêkolînerên Kurd gihîştin.
Serokê te yê delal, Olof
Palme got: ”Kurd milletekî mezlûm in û divê alîkarîya wan bê kirin.”
Spas ji te ra Swêd!
Ez li vî welatî wek mirovekî
azad jîyam. Swêd bû welatê min ê duduyan. Te
jina min û zarokên
min jî hewandin.
Bi pasporta te ez welat bi welat gerîyam û min bi serbestî sîyaset kir û nivîsand. Bi saya dorberê te yê delal; bi saya
delalîya kendav
û cizîrên te, çem û robar û gir û
çîyayên te, bi saya daristan û gul û gîya, dar û berên te, min bi sedan şiêr
nivîsandin. Ew şiêr jî bila dîyarîyê te bin.
Ne tenê biharen te yê rengîn û şevên
te yên sipî,
zivistanên te yên bi şevên dirêj û bi berf û qeşa jî bo min gelek delal bû.
Nuha,
piştî 31 sal 4 mehan,
rê vebû, vedigerîm welatê xwe yê berê.
Welatê min jî
bi çiya û çemên xwe,
bi deşt û zozanên
xwe, bi gul û gîyayên xwe delal e. Hêvîdar
im ku dem bê û ew dem ne
dereng be, ew
jî wek te bibe
warê azadî,
demokratî û aşitîyê. Xelkê welatê min ji bo azadî û aşitîyê
bedêlek mezin
daye û ew tişt
heq kiriye.
Belê
ez diçim, lê ezê bîra
te bikim û eger emr
û jîyan dest bide,
dîsa car cara bêm, te bibînim.
Tu welatê min ê duduyan
î.
Nuha xatirê te Swêd!
Xatirê te Olof, xatirê
te Anna, xatirê te Mona!
Xatirê we hemû dostên min
ên delal!
Tack Sverige!
Kemal Burkay
Tirmeh 2011-Stokholm
|