Destpêk
Pêwendî
komkar@komkar.se
 
 
 

Komciwan-Swêdê şevbihêrka payîzê li dar xist

Stockholm-18.12.2011- Komeleya ciwanên kurd Komciwan-Swêdê, piştî xilaskirina xebatên demsalê şahiyek ji bo zarok û dê û bavan li dar xist. Wek tê zanîn KOMCIWAN-Swêd  li Stokholmê her sal di mehên bihar û payîzê de ji bo zarok û ciwanan  kursên govendê, tembûrê û zimanê kurdî tên derbaskirin. Li vira zarokên ji 5 salî heta ciwanên 18 salî beşdarî kursan dibin. Di dawiya termîna xebatê de, zarok û ciwan digel dê û bavên xwe di şevbihêrkekê de dicivin û zarok hunerên xwe pêşkêşî dê û bavan û mêvanan didin.

Şevbihêrkê vê carê jî bi bernameyeke zengîn hat derbaskirin. Piştî axaftineke kurt ya  serokê KOMKAR-Swêdê Haluk Öztürk, seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslan û seroka Yekitiya Jinên Kurd li Swêd Seyran Dûran jî axifîn. Wan di axaftina xwe de xebat û xizmeta Komciwanê pesinandin û jê re serkevtin xwestin.

Di şevbihêrkê çar komên folklorê li ber dahol û zirnê govend gerandin û koma tembûrê hunerên xwe rayî dê û bavan dan. Kalê serê Salê li zarokan diyarîyên serê salê belav kir. Dûre hunermendê muzîkê ê ciwan Rêkeş gelek stranên govendê yên xweş pêşkêş kirin û biçûk û mezinan li ber dengê wî sazbendên hevalên wî govend gerandin.

Bernama şevbihêrkê bi kurdî ji alî Jînda Îsî û swêdî ji alîyê Mardîn Hêja Baban hat  meşandin. Şukrî Demîr jî wek alîkarê organîzekirina çalakiyên Komeleya Ciwanan di bernameyê keda xwe nîşanda. Demîr di dawiya bernameyê spasiyên taybet ji Jêhat Bozarslan re anî zimên, ji ber ku ew hercar bi alavên xwe yên deng û muzîkê tê û piştgirî dide çalakiyên komeleyê. Şevbihêrka kurdên Stockholmê vê carê jî bi xweşî û serfirazî derbas bû.

 
KOMKAR Swêd © 2009