|
Komciwan-Swêdê şevbihêrka çandî ya payîzê pêkanî
Haluk Öztürk
Stockholm-19.12.2010- Li paytextê Swêdê Stockholmê Komeleya ciwanên
kurd Komciwan-Swêdê şahiya xwe ya payizê pêkanî. Wek
tê zanîn Komkar û Komciwan-Swêd, hersal di dawiya payîzê û baharê
de piştî xilaskirina çalakiyên xwe yên perwerdeyî wek kursên
govendê, tembûrê û zimanê kurdî, şahiyên çandî li dar dixin.
Şevbihêrka payîza îsal jî bi xweşî derbas bû. Şevbihêrkê
bi axftina serokê Komciwanê Ferhad Sönmez dest pêkir. Sönmez di
axaftina xwe da bi kurtî behsa armanc û xebatên komelê kir. Wî da
xuyakirin ku hejmara endamên komelê her diçe zêdetir dibe. Sönmez
got ku beşdariya gelek zarok û ciwanan di van çalikiyên komelê
de wan bêtir li xebatê germ dike. Sönmez spasdariya xwe ji bo mamosteyên
kursên folklorê Atilla, Sorgul, Mîrza, Zerya û mamostayê tembûrê
Yaşar, mamostayê zimanê kurdî Haluk Özturk û hevkar û rêvebirekî
Komciwanê yê berê Şukrî Demîr kir. Şukrî Demîr nuha jî
wek şêwirmendekî komeleya ciwanan roleke baş dilîze. Bernama
şevbêrkê bi kurdî û swêdî ji alîyê Zerya Özturk û Mîrza Karaduman
Bîngöl ve hat meşandin. Li ser navê Federasyona kurdan Çiyavan
Şerîfî û li ser navê Yekitiya Jinên Kurd li Swêdê xanim Kurdîye
Kanat axifîn û xebatên Komciwanê pesinandin û jê ra serfifirazî
daxwaz kirin.
Vê carê jî komên cuda yên zarok û ciwanan ji xabatên xwe yên termîna
payizê gelek nimûneyên govenda kurdî pêşkêşî dêûbavan
û beşdaran kirin. Di bernameyê de pênc (5) komên govendê ji
folklora kurdî ya dewlemend nimûneyên bijarte nîşandan. Koma
tembûrê bi rêberiya mamosta Yaşar meqamê ”Malan Barkir” pêşkêş
kirin. Koma tekvando hunerên xwe yên ” şerkirinê” rayî temeşevanan
dan. Mamostayê muzîkê Yaşar bi miqam û stranên kurdî rengekî
xweş da şahiya îsal. Wek her carê îcar jî birêz siyasetmedar
û nivîskarê gelê Kurd Kemal Burkay mêvanê şahiya zarok û ciwanan
bû. Wî kêfa xwe bi kurmanciya serokê Komciwanê Ferhat re anî. Ji
der û dora xwe pirs kir “ev xort ji ku ye?”. Ji Şirnexê ye,
gotin. Wî bêtir kêfa xwe anî ku “kurmanciyeke hevpar peyda bûye.
Herkes bi rehetî dikare ji vê kurdîyê fehm bike” got. Îşev
zarok, ciwan û dê û bavan heta nîvê şevê li ber muzîka kurdî,
dev û zurnê govend gerandin. Li welatê Skandinavya li Swêdê derva
sar bû, berf û bager bû, lê li hundirê salonê bi def û zurna kurdî,
bi miqam û govanda kurdî germ bû. Li vir Nûrê ya deh salî û Kemal
Burkayê heftê û sê (73) salî bi qasî hev kêfxweş û bextewar
bûn. Şeva kurdan xweş bû. Mala Komciwanê ava be ji bo
şeveke weha xweş...
|
|