|
Komciwan-Swêdê şevbihêrka
biharê çêkir
Stockholm-29.05.2011-
Komeleya ciwanên kurd Komciwan-Swêdê, piştî xilaskirina
xebatên demsala biharê şahiya xwe ya xilaziyê çêkir. Di binê
serweriya komelê de kursên govendê, tembûrê û zimanê kurdî tên derbaskirin.
Li vira zarokên ji 5 salî heta ciwanên 18 salî beşdarî kursan
dibin. Di dawiya termîna xebatê de, zarok û ciwan digel dê û bavên
xwe di şevbihêrkekê de dicivin û zarok û ciwan hunerên xwe
pêşkêşî dê û bavan û mêvanan didin.
Şevbihêrkê bi axftina serokê Komciwanê Ferhad Sönmez dest
pêkir. Sönmez di axaftina xwe da bi kurtî behsa armanc û xebatên
komelê kir. Sönmez spasdariya xwe ji bo mamosteyên kursên folklorê
Atilla, Sorgul, Mîrza, Zerya û mamostayê tembûrê Yaşar, mamostayê
zimanê kurdî Haluk Özturk û hevkar û rêvebirekî Komciwanê yê
berê Şukrî Demîr kir. Bernama şevbihêrkê bi kurdî û swêdî
ji alîyê Mîrza Karaduman Bîngöl û Zerya Özturk ve hat meşandin.
Li ser navê Federasyona kurdan Çiyavan Şerîfî axifî û xebatên
Komciwanê pesinand û jê ra serfifirazî daxwaz kir. Şevbihêrka
bihara îsal jî bi xweşî derbas bû.
Em
li vir gotara serokê Komciwan-Swêdê Ferhad Sönmez û çend dîmenên
şevbihêrkê li jêrê pêşkêşî xwendevanan dikin:
”Em KOMCIWAN SWÊD îsal jî hatin dawîya termîna kar û xebata
pêşî ya 2011ê. KOMCIWAN bi endamên xwe yên nû, bi aktîvîteyên
xwe saleke din jî li paş xwe hişt. Payîz û zivistana giraniya
Swêdê dê û bavên hêja bi zarokên xwe re rojên yekşeman hatin
vir, zarok û ciwanên me beşdarî kursên cihê bûn. Komciwan ji
bo gelek zarok, ciwan û dê û bavên kurd yên li Stokholmê bûye cihê
civînê, cihê hevdîtinê û cihê fêrbûnê. Bi vê keyfxweşîyê ez
li ser navê komîteya karger ya Komciwan Swêdê bi xêr hatina we dikim:
Hûn hemû yek bi yek bi xêr hatine.
Komciwan li Stokholmê yek ji wan cihan e ku di entegrebûna
zarok û ciwanên kurd de alîkarîya wan dike. Îdentîteta wan saxlemtir
dike û ev jî dibe sebeb ku ciwan di 16, 17, 18, 19 salîya xwe de
zûtir entegreya jîyana xwendinê, jîyana kar û jîyana sosyal ya Swêdê
bibin, û ji îdentîteya xwe ya kurdî jî emîn bin. Bê guman mirov
nikare encamên kar û xebata KOMCIWANê bi cetwelan bipîve, lê em
dikarin bi serbilindî bibêjin ku di karê fêrkirina zimanê kurdî,
kultura kurdî û hevnasîna ciwanên kurd de KOMCIWAN platformeke hêja
ye.
Eger
dê û bav, mezinên me, civaka kurd a li Swêdê û grupa kurd a li Stokholmê
xurttir piştgirîya me bikin, em dikarin gelek karên baştir
bikin: Em dikarin di warê entegrasyonê de, di warê alîkarîya ciwanan
de, di warê têkilîyên civakî de baştir kar bikin. Loma dibêjim,
alîkarîya dê û bavan, alîkarîya mezina û rêberîya wan û piştgirîya
wan ji bo zarokên xwe, ji bo me, pir û pir muhîm e. Ez hêvîdar
im hûn berdewam alîkarîya me bikin, rê bidin zarok û ciwanên xwe
ku ew jî fêr bibin û di hemû warên jîyanê de sibe kurdên ku hem
hûn û hem em bi wan û bi xwe serbilind, peyda bibin.
Di dawîya gotina xwe de ez sipasîya endamên komîteya karger
ya Komciwanê û hemû endamên KOMCIWAN SWÈDê dikim. Sipas ji bo mamosta
Haluk Özturk, mamosta Yaşar, mamosta Atilla, Sorgul, Belma,
Derya, Mîrza û Alpay. Sipas ji bo her kesê ku alîkarîya me kiriye.
Sipas ji bo endamên cîgir ên komîteya karger, Demîn, Hêlîn
û Loryayê. Kek Şukrî sipas ji bo alîkarîya te ya hêja.”

|