|
Şahiya Komkar û Komciwan çêbû
30-Gulan/2010-Komkar û Komciwan-Swêd, hersal di dawiya payîzê û
baharê de piştî xilaskirina çalakiyên xwe yên
perwerdeyî wek kursên govendê, tembûrê û zimanê kurdî, şahiya
kutasiya termînê li dar dixin. Îsal jî şahiya
kutasiya demsala van xebatan, şahiyeke çandî ya xweş hatibû
amadekirin.
Şevbêrkê bi axftineke kurt ya serokê Komkarê
Haluk Özturk û dûra jî seroka Komciwanê Bêrîvan Mert dest pêkir.
Şukrî Demîr û Berfîn Nigit`ê bi kurdî
û swêdî bername bi rêve birin.
Şahiya 29-ê gulanê, ji bo nîşandana
encama xebata zarokan, hunerên wan yên govendê bû wesîleyeke baş.
Mebesteke din ya sereke jî ew bû ku malbatên kurd li Stokholmê hevdu
bibînin û bi hevra şevbêrkeka kurdî ya xweş derbas bikin.
Di bernameya şevbêrkê da hunermendê ciwan
Ferhat Akat bi denge xwe yê xweş, stranên
kurdî pêşkêş kirin.
Li ber dengê dahol û zirne û çar (4) komên govendê cure cure
govendên kurdî pêşkêşî temaşevanan kirin. Şevbêrk
bi warin û vexwarin bû. Mêvanan heta nîvê şevê govend gerandin
û bi hevra şeveke xweş derbas kirin. Di şevê de birêz
kek Kemal Burkay jî amade bû û li hunera zarokan temaşekir.
Wî bi beşdariya xwe bêtir reng û moral da ve çalakiyê.
Wek tê zanînîn li KOMKAR Û KOMCIWAN-Swêdê ji zarokên 5-18 alî
kursên govendên kurdî, zimanê kurdî û tembûrê tên dayîn. Di van
kursan de li dor 100 zarokên ji temenên cuda beşdar dibin.
Ev kursana wê payizê dîsa dest pêbikin.
|