|
Li
Stockholmê civîna
rêzgirtina Abdulmelîk Firat pêk hat
STOCKHOLM /11.10.2009/ Kurdên
Swêdê îro ji
bo rêzgirtina rewşenbîr û siyasetedarê kurd, hîmdar û serokê rûmetê yê HAK-PARê Abdulmelîk
Firat di civînekê da hatin
cem hev. Di
civînê da nûnerên partî û saziyên kurd û gelek kesên welatparêz
beşdar bûn.
Civîna rêzgirtinê bi rawestina deqiqeyekê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Rêvebirê KOMKAR-Swêdê Haluk Özturk, xêrhatin da beşdarên
civînê û dû
ra li ser jiyan
û xebata Abdulmelîk
Firat axifî. Wï
bi kurtî cend xalên
giring ji jiyan û xebata siyasî ya A. Firat rave kir û
di berdewamiya axaftina
xwe da weha got: ”Birêz Abdulmelîk Firat ji salên dawiya
1990-î şûnda ji
bo pêkanîna yekitiya tevgera kurd xebateke hêja kir. Ji sala 2000-î pêda ji bo damezrandina
HAK-PARê, bi hêz
û kesên welatparêz ra xebitî. Dema
partiya HAK-PARê
hat avakirin ew wek
serokê partiyê hat hilbijartin. Wî wek kesekî
demokrat ûlîderekî hevcax partî rêva bir.
Lê mixabin du
sal berê ji ber pirsa
tendurustiyê êdî
nekarî serokatiya partiyê bimeşîne. Lê heta roja mirinê jî, Abdulmelîk
Firat li ser pirsa
kurd û siyaseta welatparêz
li cem hevalên
xwe yên HAK-PARî bû; wî di medya tirk
û kurd da pirsa kurdî
û riya çareseriyê dianî zimên. A. Firat dixwast ku hemû kurdan
derbarî hîle
û lîstikên dewleta tirk da hişyar bike. Wî, ew
kurdên ku li ser riyeke şaş, ku ji siyaseta dewleta
tirk û kemalîstan
ra xizmet dikin,
dawetî ser riya
rast ya welatparêz dikir.
Heta
nefesa xwe ya dawî
jî, A. Firat ji
bo azadiya gel û welatê xwe xebitî. Wefata
Abdulmelîk ji
bo gelê kurd xesareke mezin e.
Em careke
din dibêjin bila serê
malbata wî, hogirên wî
û hemû gelê
kurd sax be!”
Di civînê
da nivîskar û siyasetmedarê
kurd Kemal Burkay jî
amade bû û wî jî
li ser A. Firat û xebata
wî ya di warê
çêkirina yektiya
tevgera kurd da qise kir. Birêz Burkay, di axaftina xwe da, dilsozî û samîmîyeta Abdulmelîk Firat li ser pêkanîna yektiya kurdan anî ziman.
Burkay, di berdewamiya
axaftina xwe da behsa hewldanên Abdulmelîk Firat yên serdema ku ew
bi awayekî aktîf
nîzîkî
xebata welatparêz ya rêxistinî bû kir. Wî dilsozî
û samîmîyeta A. Firat,
hewldanên wî bi çend nimûneyên anî zimên. Burkay,
di axaftina xwe
da careke din pêwîstiya xurtbûna hêza siyasî ya kurdan
di warê legalîtê
da anî ziman û got ku divê welatparêzên
kurd hêza xwe
di partiyeke weha da bigihînin hev. HAK-PAR dikare bibe ew hêz ya
ku hemû aliyan di nav xwe de bicivîne, bi bînfirehî, bi hevdu tehamulkirin û bi xebata tevatî destê gelê kurd xurttir bike. Burkay jî di dawiya axaftina xwe da sersaxî xwest ji malbat,
heval û dostên
Abdulmelîk Firat ra.
Di
civînê da, heyetek
ji Komîteya
Swêd ya PDK-Başûr,
amade bûn. Peyama PDK ji
alî Hazullah
Nerweî hat xwendin. Di peyamê da rêzgirtineke bilind ji Abdulmelîk
Firat û têkoşîna wî ya
welatparêz ra
hat nîşandan. Peyamek jî li ser navê
Komîteya Hevkarî
ji alî serokê
Komîtê Sefîk
Kaya hatbû şandin.
Di peyamê da qedirbilindiya
Abdulmelîk Firat hatibû
pesnandin û ji malbata Firat û hogirên wî ra sersaxî
hatibû xwestin.
Seroka Federasyona Komeleyên
Kurdistanê birêz Sermïn Bozarslan jî amade bû û wê
jî axaftinek
pêvkêş kir. Di axaftina xwe da rêz û rûmeteke mezin ji bo xebat û hewldanên Abdulmelîk Firat anî zimên û sersaxî
da malbat, heval
û dostên wî.
Dûra
peyama serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Silêman
Demîr hat xwendin. Herweha helbesta Serdar Rûşen ya bi navê “Çemê
Firatê Diçe”
hat xwendin. Di dawiya civînê da Şoreş Zîrek qala têkilî
û serpêhatiyên malbata
xwe û malbata Abdulmelîk Firat kir ku, di tengezaryên salên 40-50-î da pêkhatine. Axaftina Zîrek ya hestdar
û ji dil jî rengek da civîna rêzgirtinê.
Bi vî awayî civîn gihîşte
dawîyê û KOMKARê
erkekî xwe bi layîqî anî cîh.
|