Kurdên
Swêdê li dijî êrişên
Turkiyê û Îranê dengê xwe bilind kirin
Stockholm-05/09/011-
Kurdên Swêdê roja yekşemê
di xwepêşanekê de li dijî êrişên Turkiye, Îran û Surîyê
dengê xwe bilind kirin.
Li
Stockholmê Federasyona Komeleyên Kurdistanê digel Komîteya HEVKARÎ
û Însiyatîfa Kurd
li Swêdê, bi piştgiriya
Encumana Kurdên Suriyêli Swêdê û Yekitiya Jinên Kurd li Swêdê
li dijî êrişên Turkiyê û Îranê li ser Kurdistana Başûr
xwepêşandanek li darxistin.
Di kombûna xwepêşandinê de li ser navê rêxistinên
amadekar Şermîn Bozarslan`ê, Serokê Komîteya HEVKARî Şefîq
Kaya, li ser navê ciwanên kurdên Suriyê Hîm Omar û nûnerên partiyên
siyasî yên Swêdî gotar xwendin.
Di
hemû gotaran de êrişên Tirkiyê û Îranê yên li ser Herêma
Kurdistana Federe hat mehkûmkirin. Siyasetmedarê swêdî yê Partiya
Gel Fredrik Malm bi tundî ev êriş şermezar kirin û
got ku pirsa çil mîlyon kurd pirsa cîhanê ye. Ev herdu dewlet
bi bahana êrişên PKK destdirêjiyê li ser Herêma Kurdistana
Federe dikin. Ew ji azadîxwaziya kurdên parçeyên bin
destê xwe de ditirsin. Lê bila bizanibin ku dawî li zordestiya
rejimên totalîter tê. Dawiya zulma wan jî wê bê. Hukumata Tirkiyê
goya dixwaze bibe endamê YE, belê em dizanin li gor 15-20 sal
berê, di warê demokratiyê de hin gav avêtine, rewş li gor
berê piçekî baştir bûye, lê pirsa kurd acîlen li benda
çareserkirinê ye. Malm her wisa bangî hukumeta Suriyê jî kir
û got ku tukes bi zulmê û neheqiyê nikare bigihê merema xwe.
Ew bivên nevên gelê kurd wê azadiya xwe bi dest bixe”
Di
Kombûnê de hunermendan stran gotin û di dawiya kombûnê de sirûda
“Ey reqîb” xwendin û bi vî awayî kombûna protestoyê gihîşte
dawiyê.