|
Ji
Weşanên Roja Nû
Pirtûkek nû ji bo zarokan:
Mam Xidir diçe Warê Hirçan
Pirtûka
Haluk Öztürk ya ji bo zarokan ”Mam Xidir diçe warê hirçan” ji nav
”Weşanên Roja Nû” derket.
”Cîranên Mam Xidir yên koçer hersal diçine zozanan. Îsal Mam Xidir jî dixwaze
biçe zozanan. Lê ew ne wek koçeran ji bona rûn û penêr diçe zozanan.
Ew tenê ji ber hezkirina ji xuristê û jiyana li çolê dixwaze here.
Mam Xidir dixwaze li wir dengê çûk û teyran
guhdarî bike; wêneyên wan bikişîne, gul û kulîlkan bîhn bike,
masiyan bigire û bi hirçan re demeke xweş derbas bike...”
Zarokên 9-12 salî bi hêsanî dikarin wê bixwînin.
Dê û bav dikarin ji zarokên xwe yên piçûktir re bixwînin. Mamosteyên
zimanê kurdî dikarin wê wek alavekî perwerdeyê bi kar bînin. Nivîskar
pirtûkê, ku bi xwe mamostayê zimanê kurdî/kurmancî ye, berî çapkirinê
pirtûk bi şagirdên dibistanê re bi kar
aniye.
Yên ku dibêjin ”Zimanê me hebûna me ye”
û ”Zarok pêşeroja me ne” wê ji ”Mam Xidir” û serpêhatiyên wî
hez bikin. Bi hêviya ku pirtûk bi dilê we be.
|

Nivîs: Haluk
Öztürk
Wêne: Arif
Sevinç
Cildkirî, 48
rûpel, bi wêneyên rengîn û kaxezê kalîteya bilind.
Çapa yekem:
Gulan 2011. Stockholm
ISBN: 978-91-7672-072-1
Bihayê
pirtûkê 12 Euro (€) ye.
Navnîşana
xwestinê:
Weşanên Roja Nû
Gustavslundsvägen 168 A, 1 tr
Box: 10 150
167 51 Bromma / Sweden
Tel: (46)+(08)+ 253857
www.komkar.se E-post: komkar@komkar.se
|