Hem
Kontakt
komkar@komkar.se
 
 


Kongreya 24. ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê bi dawî hat

Di  15-16 ê adarê  de li Stockholmê, kongreya 24 min ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê  hat lidarxistin. Di kongreyê de 139  nûner beşdar bûn. Kongre bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. Seroka Federasyonê Şermîn Bozarslan li ser navê Komîteya Giştî xêrhatina nûnerên kongre û mêvanan kir. Di nav mêvanan de nûnerên partiyên kurd û swêdî, şandeyek ji Yekitiya Jinên Kurdistanê û serokê kîtêbxaneya kurdî hebûn.

Ji bo dîwanê, Haluk Özturk, Idris Berwari, Jamile Hasankhali, Bawer Kevir û Roşna Megrûn hatin hilbijartin.

Piştî axaftina seroka Federasyonê, nûnerê serokê Komîteya Hevkarî, Hêzên Kurd û Kurdistanî Şefik Kaya  gotara komîteya Hevkarî pêşkêş kir, piştgiriya Komîteya Hevkarî bo Federasyonê diyar kir. Du re li ser navê partiya Moderatan parlamenter, Anti Avsan, li ser navê  partiya çep kandita parlamentoyê Hediye Guzel, li ser navê Partiya Gel kanditî parlamentoyê Ismail Kamil, li ser navê Partiya Sosyal Demokratan jî  kandîta parlemento Azadeh  Rojhan axifîn, diyar kirin ku pêwist e,  gelê kurd mafên xwe yên bingehîn bidestbixe. Li Swêdê jibo kar bibînin, di civatê de beşdarî bikin, îmkan bêne çêkirin. Serokê kitêbxaneya kurdî  Newzat Hirori û seroka Yekitiya Jinên Kurdistanê Seyran Duran axifîn, ji kongreyê re serkeftin xwestin.

Rapora xebatê ji aliyê sekretera FKKS Pirshang Twana ve hat pêşkeş kirin. Herweha berpirsê aborî Selam Ciziri rapora aborî pêşkêş kir. Ji Komîteya Rawej Hafzallah Nerweyî, rapporta Komîteya Çavder xwend.Piştî niqaş li ser rapora xebatê û rapora aborî her du rapor û xebatê komiteya karger û giştî yê du salan hat pesinandin.

Kongreya 24 e min girîngiya xebat bo qebûlkirina komkûjiya enfal wek komkûjî û bo 16 adarê bibe rojek navnetewî li hember bikaranîna  çekên kimyevî  diyar kir.Kongreya 24 e min dardakirina kurdan ji aliyê Rejima Islamî ya Îranê mehkûm kir, diyar kir ku divê ev yek bê rawestandin û Rejima Îslamî  divê rêz li mafê mirovî nîşan bide. Kongre herweha tûnebûna mafê hevwelatiyê bo  zêdetirîn 200.000  kurdên Surîye şermezar kir, diyar kir ku, divê  Hikûmeta Swêd,  Yekitiya Ewrûpa û Koma Netewan ji bo nemana van kiryaran û bo mafên kurdan yê bingehîn helwest nîşan bidin.

Kongre  diyar kir ku , ziman mafekî mirovî ye û divê li bakûrê welatê me zimanê kurdî  bibe zimanekî fermî û perwerdeyî. Li Swêdê jî girîng e ku xwendina zimanê zikmakî bibe beşek ji sistema perwerdeyî, bibe zimanê bijarte û li zaningehan jî beşa kurdî hebe.

Kongre, biryar girt ku, Komîteya Giştî  bo agahdarî li ser enfal û bo qebûlkirina enfal wek Komkûjî , herweha ji bo kampanya li ser ziman û xebat bo mafê zimanê zikmakî ji kesên pispor û eleqedar komîte ava bike.

Herweha Kongreya  24 e min diyar kir ku  bikaranîna şiddet di nav civatê de û malê de mehkûm dike, ji bo rêlibergirina şiddetê karên perwerdeyî girîng dibîne.

Di beşa  hejmara nûnerên komeleyên endam de ku li kongreyên Federasyonê  beşdarî dikin, di destûrê de guhertin  hat çêkirin.

Nûnerên kongreyê, di derbarê plana xebatê de çendin  pêşniyar pêşkêşkirin. Van pêşniyaran bo Komîteya Giştî hat hewale kirin.

Peşniyara Komîteya Rawêj ji aliyê Ata Baneyî hat  pêşkêş kirin. Dû re Komiteya Karger, Komiteya Giştî, Komîteya Çavder û Komîteya Rawêj hatin hilbijartin

Bo komîteya karger; Şermin Bozarslan , Pirshang Twana , Jotiar Sherif , Selam Ciziri ,Kerim Suleyman (, Qasim Qehramanî, Welat Kiliçaslan, Sosin Guven , Şukrî Demir, û Zuher Berwarî hatin hilbijartin.

Bo komîteya Giştî, Lina Salih, Niaz Ahmed, Salih  Demir, Muloud Abdalzadeh, Suud Izeddin , Aware Ibrahim , Mêvan Beroski , Dr. Sadettin Melle, Cuma Berwari, Hasan Hevseri, Felemez Akad, Ahmed Sindî, Abdulkerim Abdulrahman, Adil Duhoki, Amanc Hasan hatin hilbijartin.

Ji bo Komîteya Çavder  Hafzallah Nerweyî, Najmedin Nuri, Amis Abdula û Bawer Kevir hatin hilbijartin.

Ji bo Komîteya Rawej, Ata Baneyî, Omer Soran, Said Kostanî, Kovan Amedî û Abdulla Kerim hatin hilbijartin.

Roja duwem ji çend endamên kevin re, bi gul, spasî hat kirin. Evana; Lokman Ertaş, Xalît Xocê, Serdar Dzai, Bube Eser, Dildar Salih Taha, Omer  Soran, Kovan Amedî, Şex Kemal û Seyran Duran bûn. Kongre, bi serkeftî derbas bû. Şahîya kongreyê bi pêşkeşkirina stranên nûnerên dengbêj û  bi govendên nûneran çoş bû. Şahî heta derêngî şevê berdewam kir.

Federasyon, spasîya hemû rêxistinên ku peyam şandine û beşdarî kirine dike. Ji wan re serkeftin dixwaze. Herweha spasiya hemû endamên K.Karger, K. Giştî, K. Çavder, K. Rawêj   yên kevin ku vê carê di komîtan de cîh negirtine dike.

 

 
KOMKAR Swêd © 2009