Li Stockholmê şahiya muzîk û govendê bi coş û xweşî derbas bû
Êvara 04.12/09 li Stockholmê bi sedan kurd hatin cem hev û bi hevra şeveke çandî ya xweş derbas kirin. Di şahiyê de mirov dikaribû hemû rindî û delaliya sitran û govenden kurdî bibîne û bibihîze. Sê komên govendê yên zarokan li ber dahol û zirnê, govendên ji gelek herêmên cuda yên Kurdistanê nîşan dan. Dûra hunermendên piçûk û dê û bavan bi hevra li ber dahol û zirnê, li ber muzîk û stranên hunermend Firat û Zîya govend gerandin.
Di vê şevbêrkê de, ya ku ji alîyê KOMKAR-Swêd û KOMCIWANê ve hatibû amadekirin, hin mêvanên swêdî û tirk jî beşdar bûn û şeveke xweş derbaskirin. Wan û dê û bavên kurd kêfa xwe gelek ji vê çalakiyê re anîn û ji amadekarên şevê daxwaz û hêvî kirin ku gelek şahiyên bi vî rengî li dar xin. Herweha ji mamosteyên folklorê û kursên ziman re jî spasî hatin pêşkêş kirin.Wek tê zanî ev komên folklorê li kursên komeleya zarok û ciwanan - KOMCIWANê ve tên fêrkirin û temrînkirin. Di kursan de nêzîkî sed zarok û ciwan beşdar dibin.
Bi kurtî şahiya muzîk û govendên kurdî bi coş û xweşî derbas bû. Him ji bo zarokan û him jî ji bo dê û bavan bû şevbêrkeka xweş ya ku di rojên dahatû de jî bi bîr bînin...
|