|
Komciwan`ê di du festîvalan de folklora kurdî pêşkêş kir
STOCKHOLM- Komela ciwanên
Kurd KOMCIWAN-Swêd`ê van rojan
li Stockholmê
beşdarî du festîvalên herêmî bû. Komeke
folklorê di 30-yê tebaxê
de bi cil û bergên
kurdî li ber dengê
Dol û Zirnê,
li ser sahneyên festîvala Hagalund, û di yekşema
6 meha îlonê
di festîvala Tensta beşdarî kirin.
Ciwanên kurd li ciyên festivalan bi ala rengîn, cil
û bergên kurdî
û folklora me
ya rengîn, xweşiyeke taybetî dan festivalan. Li meydana pêşangehê gelek ji kes û malbaten
kurd yên ku
li wir kom bûbûn, dilxweşîya xwe nîşanî keç û xortên govendger dan. Ji ber van çalakiyan ew pesinandin. Bêguman swêdiyan û xelkên din jî bi heyranî li wan
temaşe kirin,
ketin destê wan
û bi wan re
govend gerandin.
Wek tê
zanîn ji sala
1997 û virde, Komciwan-Swêd di xebatên xwe yê
kulturî û komelatî,
kursên folklor, muzik, zimanê zikmakî
û sporê daye
zêdeyî 800 xort û keçên kurd û nekurd. Kesên ku di zarokitîya
xwe de di kursên
Komciwanê´de bi xwe hatine perwerdekirin. îro bi xwe dê û bav
in. Hinek ji
wan bi
xwe mamosteyatîya
kursan dikin û herweha zarokên xwe di kursan didin
perwerdekirin.
Her rojên yekşeman
li komeleya
Komciwanê (li Alvik) ji katjimêr 11:00 hata 16:00, 4
grupên folkorê kom dibin û tên perwerdkirin.
Jimara zarokên
ku beşdarî kursan dibin roj bi roj
zêdetir dibe.
Ev jî ciyê
dilxweşiyê ye.
Komciwanê di roja 13-ê Îlonê de, piştî civîneke giştî dest bi kursên payizê kir.
Şukrî Demir
Stockholm
|