Komciwan-Swêdê dest bi xebatên payizê kir
Komeleya ciwanên kurd li Swêdê (KOMCIWAN-Swêd)
dest bi xebatên demsala payizê kir. Di bernameya xebata îsal de,
wek berê kûrsên govendê, kursa tembûrê, tekwando û kursa ziman
heye. Komeleyê li bernameya xwe ya îsal ”alikariya dersan” jî
daniye. KOMCIWANê roja 28-ê tebaxê de, di civînekê de ev bername
raberî zarokan û dê û bavan kir.
Kûrs wê wek hersal li xaniyê Alviks Kommunalhus
(li ser KOMKAR-ê) bên derbaskirin. Tenê kûrsa ziman û ”alîkariya
dersan” wê di eynî xanî de li Kitêbxana kurdê bên dayîn.
Ji bo dê û bavên ku dixwazin zarokên wan beşdarî
van çalakıyan bibin dikarin rojên yekşeman di navbera
saet 12.00-15.00 de bên Alvikê yan jî ji malpera komciwan.com,
daxwaza xwe bigihînin rêvebirên kûrsan.
TELEFON (Rojê yekşeman) hûn dikarin herwisa têlefonî 08-253857 (KOMKAR) bikin eger derbarî
kûrsan de pirseke we hebe.
Çalakiya
KOMCIWANê ya pêşin
Komeke
govendê ya komelê di roja 3-ê îlonê de beşdarî festîvala
Tensta bû, li ber dahol û zurnê govendên kurdî nîşan dan.
Zarokan bi vê çalakiya xwe careke din ala Kurdistanê û çanda kurdan
anîna meydaneke kulturên cuda yên biyanî li Stockholmê.