|
Komciwan Swêd kongreya
xwe ya salane li dar xist
Roja 31 meha çileya paşîn 2010, Komciwan Swêd kongreya xwe ya salane li dar xist. Piştî entremanên folklorê ya heftane, endamên Komciwan, çi biçûk û çi mezin, çi xort û çi keç, xwe kom kirin û kongreya komela xwe dest pê kirin.
Organîsatorê Komciwan Swêd, Şukrî Demir di destpêka kongre bi kurtasî bahsa birêveberî û şertên kongrê kir da ku beşdarvanên kongrê hesantir rêveberîya kongrê bikin. Seroke Komciwan Swêd, Gernas Başdaş ji bo beşdarvanan xwêrhatin kir û hemandemî jî komîta karger ya sala çûyîn spaskir. Başdaş di peyva xwe ya vekirina kongrê de, da nîşandan ku kar û xebatên Komciwan Swêd di sala buhûrî, bi şeweyekî serkeftî derbas bûye. Endamên komelê zêde bûne û hemandemî behtir daxazî û berpirsîyartî ji alîyê endam û dê û bavan hatîye girtin. Ji ber wê jî xebatên Komciwan pêşketîye û di civata kurdên Stockholm îro rolek girîng dilîze!
Komîta karger ya sala 2009 bi yek dengî ji alîyê kongrê hatin rûspîkirin û bi çepikan, kongre spasîya xwe ji komîtê re da nîşandan.
Kongereya Komciwan 2010, Berîvan Mert, wek serokê xwe hilbijart û wek cîgirê Serok Ronja Sulayman hat hilbijartin.
Ew kes jî wek endamê komîta karger hatin hilbijartin:
Ronahî Bozarslan
Rodî Gumuş
Ferhat Sönmez
Servan
Zerya Özturk
Cîgir:
Berfîn Nîgit
Ranîa Yousef
Hêlîn Sönmez
Di bin xala rojavê ya pêşnîyar û giftûgokirînê, beşdarvanên kongrê peşnîyar kirin ku Komciwan Swêd, behtir li ser karên projeyan hewl bide, da ku seferên welatên din û Kurdistanbên kirin. Herweha daxwaz hatin kirin ku kampa havîna bên li dar xwistin û xebatên sporê bên kirin.
 |
Şukrî Demir
Komciwan Swêd
31.02.2010 |
|