|
Kurd jî beşdarî
şahiyên daweta dotmîra Swêd dibin
Di 19-ê hezîranê de daweta keça qiralê Swêdê banû Viktoria û
mîrzava Daniel Westling çêdibe. Ji bo pîrozkirina dawetê amadekariyeke
mezin hatiye kirin. Şaredariya paytext Stockholmê jî bi gelek
çalakîyên cuda tevî organîzekirina şahiyên pîrozbahiyê dibe.
Bi pêşengî û amadekariya şaredariyê festivaleke çarderojî
hatiye plankirin. Di van rojan de li seranserî Stockholmê bernameyên
pîrozbahiyê wê bên meşandin. KOMKAR-Swêd jî li ser daxwaz û
pêşniyara şaredariya Stockholmê beşdarî şahiyên
dawetê dibe. Ew ê li Stokholmê li şeş deverên navendî
yên cuda, şêweyê daweta kurdî nîşan bide.
Şaredariya Stockholmê bi van amadekariyan dixwaze bineciyên
bajêr û tûrîstên ku ji derva tên bikişîne nav şahiyên
daweta dotmîrê. Yek ji çalakiyên bernamekirî ”Mîhrîcana Meşa
Evînê” (Love Walks) ye. Ev mîhrîcan wê rengekî navnetewî bide şahiyên
dawetê. Li vir heşt (8) komeleyên biyanî (ji Asya, Avrûpa,
Afrîka û Latîn Amerikayê) hatine hilbijartin ji bo ko nûnertiya
hemû cîhanê bikin. Evana wê bi cil û bergên welatên xwe, bi musîk
û govendên xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bibin.
KOMKAR û KOMCIWAN-Swêd wê di van rojan de, li şeş cihên
navendî yên bajêr bûk û zavayekî bi kincên kurdî, bi musîk û govenda
kurdî derxînin pêşberî temaşevanan. Bûk û zava wê li ser
xalî (xalîçe) ya sor bimeşin û derkevin ser dikê. Li wir komeke
govendê wê li ber musîka kurdî bi bûk û zavê re govendê bigrin.
Piştî ku hemû komeleyan lîstikên xwe nîşandan, ew ê bi
hevra danseke hevbeş pêşkeş bikin.
Li gor agadariyên mediya swêdî, bi qasî 2000 rojnamevanên biyanî
û 40 kanalên TV-ê yên welatên dereke wê şahiyên van 14 rojan
bişopînin.
Roj, saet û cihên xwepê ş andana Love Walks wek li
jêrê ye.
6 Hezîran, Saet: 13.00………Stortorget (nav bajêr, gamlastan)
12 Hezîran, Saet: 11.30…….Vällingby K5 Modehus kl.
12 Hezîran, Saet: 16.00…….Skärholmen – torget, vänster frånTunnelbana
13 Hezîran, Saet: 11.00…….Kista galleria – vid Åhlens
13 Hezîran, Saet: 17.30…….Farsta torg
|