|
Stockholm
Bayram Bozyel li
ser “Berlêvebûna Pirsa Kurd” û helwesta HAK-PARê axifî
STOCKHOLM-
2009.11.07- Serokê giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, îro li
Stockholmê li
ser rewşa dawî ya li welêt
û siyaseta partiya
xwe û “Berlêvebûna Kurd” (*) axifî. Di Konferansa Bozyel de beşdarîyeke mezin hebû. Gelek welatparêzên kurd ku ji bajarên
Stockholm û Uppsalayê tevî
civînê bûbûn, bi baldarî guhdariya axaftina Bozyel kirin, hinekan pirs jê kirin û yan
jî raya xwe
gotin. Civîn
di atmosfereke erênî de derbas bû.
Bozyel di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew giringiyeke
mezin dide xebata kurdên Swêdê
û welatên din yên
Ewropayê. Bozyel, dilxweşiya xwe ji bona vê yekê
anî ziman û
weha got: “Bi rastî wan di pêşxistina karên dîplomatîk û xebatên ser ziman û çanda kurdî de roleke baş leyistine û dileyîzin.”
Bozyel di axaftina xwe de bêtir li
ser pêvajoya nû
û “Berlêvebûna Pirsa Kurd” sekinî. Wî li
ser sedemên siyaseta
nû ya dewleta
tirk û faktorên
sereke yên destpêkirina
vê pêvajoyê
qise kir û weha got: “ Dewletê êdî fehm
kir ku nikare
siyaseta xwe ya
totalîter ya
85 salan bidomîne. Zordestî û înkariya mafên gelê kurd tu encam neda,
gelê kurd, ji
tevgera Qoçgiriyê bigre heta nuha li hember vê
siyasetê li
berxweda û tucar stuyê xwe xwar
nekir. Loma ev
guherandin berî hertiştî encama xebat û berxwedana milletê kurd e.”
Bozyel behsa cêrgek
faktorên ku
di destpêkirina vê pêvajoyê de rol leyîstine kir, wek YE (Yekitiya Ewropa), DYA (Amerika) û .h.w.d.. Di berdewamiya axaftina xwe de got: Îro eger berlêvebûna
kurd tê niqaşkirin,
sedemekî wê yî
giring jî, doza Ergenekonê ye.”
Bozyel, herwisa li ser hin erkên giring yên ku
dikevin ser milê
hêz û kesên siyasî
yên kurd sekinî.
Wek; piştgiriya vê pêvajoyê, pêkanîna
yekitiya hêzên
siyasî û berdewamiya xebata rêxistînî û wekî din...
Dû re
dor hat pirs û bersivan.
Bozyel di gelek pirsan de raya HAK-PARê diyar kir, û guhdariya dîtin û pêşniyazên guhdaran kir. Bi
kurtî civîna serokê
giştî yê
HAK-PARê Bozyel bi dilxweşî û serfirazî gihîşte dawiyê.
|